Mustafa Ünal Uysal
07 Adar 2025•Rojanekirin: 07 Adar 2025
Li Toroslara navçeya Mersînê ji mala hat tespîtkirin ku çopê berhev dike 10 ton çop hat derxistin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Toroslarê niştecihên Taxa Tozkoparanê bi giliya ku ji mala mustaqil bêhna nexweş tê serî li şaredariyê da.
Ekîbên Midûriya Paqijiyê û zabiteyan li ser îxbarê xebat dan destpêkirin û tesbît kir ku li malê gelek çop hatine îstifkirin.
Di encama xebatên ekîban da 10 ton çopê ku ji malê hat berhevkirin bi kamyonan birin ser sergo.
Piştî ku çop hat derxistin li malê û hawirdora wê paqijî hat kirin.
Di vê navberê da Midûriya Bajêr a Xizmetên Civakî û Malbatê jinika îxtiyar hildan bin parastinê.