Mustafa Ünal Uysal
29 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 01 Tebax 2023
Li Akdenîza navçeya Mêrsînê li maleke hat tesbîtkirin ku çop tê berhevkirin biqasî 10 tonî çop hat derxistin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Akdenîzê niştecihên Kolana 5315 a Taxa Nû ji ber ku li mala qata zemînê ya avahiyekî bêhna nexweş tê serî li Şaredariyê dan û gilîdar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên Midûriya Kontrol û Parastina Hawirdor tesbît kirin ku li malê gelek çop hatiye îstifkirin.
Di encama xebatên ekîban da nêzî 10 tonî çop hat berhevkirin û bi kamyonetan hat kişandin.
Piştî ku çop hat derxistin li malê û hawirdor paqij hat kirin.