İbrahim Yaldız
27 Hezîran 2023•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2023
MÛŞ (AA) - Li Mûşê ji ber Eyda Qurbanê şêranîfiroş ji bo ku siparîşan bigihînin gelekî dixebitin.
Hosteyên ku ji bo siparîşan bigihînin gelekî dixebitin şêraniyên wek peqlewe, qedayîf, gullaç, şekerpare û tulumbayan pêşkeşî welatiyan dikin.
Veysel Okşaşê dikana wî ya şêraniyê heye ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber ku ji eydê ra hindik maye sîparîşên wan zêde bûn.
Okşaş got hoste şev û roj dixebitin û wiha axivî: "Ji ber ku hewa germ e zêdetir şêraniyên bi şîr tên çêkirin tên xwestin.Em di şêraniyên xwe da xurekên biqalîte bi kar tînin. Bila welatî siparîşên xwe ji roja dawîn ra nehêlin. Ez ji niha va Eyda Qurbanê ya her kesî pîroz dikim."
Abdullah Bumenê dikana wî heye jî wiha got: “Em şêranî, künefe û peqlewayê çêdikin. Qerebalixa eydê dest pê kir. Çêkirina me ya şêraniyê xelas bû, hosteyên me dest bi pijandinê kirin.”