Sabri Yıldırım
31 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 03 Sibat 2024
Li Mûşê esnafan li pêşiya kargeha xwe bûkeke berfê ya ku 3 mêtre dirêj e, çêkir û welatiyan eleqe nîşanî bûka berfê da.
Li bajêr 3 rojan ser hev berf ket û paşê bû nermayî. Li Taxa Sarayê xwediyên kargehan bûkeke berfê ya ku bejna wê 3 mêtre ye, çêkir.
Esnaf Abdullah Yildiz diyar kir ku her sal piştî ku berf dikeve esnaf dicivin û bûka berfê çêdikin.
Yildiz daxuyand ku îsal jî piştî ketina berfê wan kevneşopiya xwe domand û wiha dewam kir, "Me di nava 3 saetan da bûkeke berfê çêkir. Bejna bûka berfê 3 mêtre ye. Kê dibîne, wêneyê wê dikişîne."