Özkan Bilgin
06 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2024
Li qeraxa Gola Wanê rêya peravê ya ku hezar û 200 mêtro dirêj e ji çûn û hatinê ra hat vekirin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê da hat diyarkirin ku ji bo trafîka bajêr sivik bibe û xelkê herêmê bikaribe li dora Gola Wanê bigere rêya peravê ya ku hezar û 200 mêtro dirêj e ji çûn û hatinê ra hat vekirine.
Li ser vê qadê ciyên rûniştinê, rêya meş û bisqilêtê, terasên temaşekirinê, qadên spor û lîstika zarokan, qadên basketbol û voleybolê û qadên curbecur hene.
Piştî ku qada rekreasyonê ya hezar û 100 donimî temam bibe wê rê bi fermî bê vekirin.