Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Sidar Can Eren,Günay Nuh
01 Sibat 2026•Rojanekirin: 02 Sibat 2026
Li Qers, Tuncelî û Erdexanê bandora berf û sermayê dewam dike.
Li Qersê berfa ku duh dest pê kir, serê sibê jî barî.
Piştî berfê ekîban xebatên paqijkirin û reşandina xoyê kirin.
Li navçeya Sariqamîşê jî berfa ku bi şev dest pê kir, dem demî barî.
Li navçeya ku bi berfê nixûmiye li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.
Ekîbên Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya Sariqamîşê berfa li ser rêyan paqij kirin.
Daristanên Sariçamê yên bi berfê nixûmîne dîmenên xweş derxistin holê.
Li ser rêya Sariqamîş û Qersê ji ber bagera ku dem demî çêbû, şofêran wesayîtên xwe bi zehmetî ajotin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî dem demî berf dibare.
Qalindahiya berfê hin cihan ji 2 mêtroyan derbas dibe.
Kolan, kuçe, park û baxçe bi berfê çîlspî bûn.
Ekîb berfê paqij dikin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Li navenda bajêr ji ber sir û sermayê qeşa çêbû.
Li deverên bilind car caran berf dibare.