Hüseyin Demirci,Cüneyt Çelik,İdris Karaoğul,Günay Nuh,Yusuf Ayas
25 Adar 2024•Rojanekirin: 26 Adar 2024
Li Qers û Erdexanê barîna berf û sir û seqemê tesîra xwe nîşan da.
Li Qersê berfa ku çend roj e bi navber dibare, vegerand hişkiyê. Li bajarê ku germahî nîvê şevê di bin sifirê da 4 pile hat pîvan, heywanên çolê di dîtina nêçîrekî da zehmetî kişandin.
Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber sermayê baniyên avahiyan şembelûk girtin, dar û nebatan jî qiravî girt.
Ekîbên Rêhesinê li tanga Topdagiya Sariqamîşê, yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê jî di rêya gundê Çamyaziyê û mezreyên wê da xebata berfê dan destpêkirin.
Gundên navendê yên di bin berfê da man, bi dronê hatin kişandin.
- Navçeya Akyakayê bi berfê spîçîl bû
Li navçeya Akyakayê jî berfa ku nîvê şevê dest pê kir, heya ber destê sibehê dewam kir.
Bi barîna berfê ra navenda navçeyê spîçîl bû. Ekîban li deverên ku jê berpirsiyar in xebata berfê dan destpêkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî tesîra barîna berfê û sermayê berdewam e.
Li navenda bajêr berfa ku çend roj e dibare, vegerand sir û seqemê.
Bi tesîra hişkiyê, li navenda bajêr erd qerimî, li cihên bilind jî cih cihan berf barî.
Navçeya Goleyê ya di bin berfê da ma, bi dronê hat kişandin.