Hüseyin Demirci,Günay Nuh
19 Adar 2026•Rojanekirin: 20 Adar 2026
Li Qers û Erdexanê serma bandoreke nebaş li jiyanê dike.
Li Qersê ji ber ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 8 pileyan kêm bû, qeşa çêbû.
Li navçeya Sariqamîşê ji ber sir û sermayê li banê xaniyan şembelûk çêbûn, paceyên wesayîtan qeşa girt û li ser daran jî qiravî çêbû.
Ekîbên Rêvebiriya Taybet a Bajêr berfa li ser rêyên gundan paqij dikin.
Li Erdexanê jî germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 9 pile hat pîvan.
Ji ber sermayê li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.