Muhammet Mutaf,Hüseyin Yıldız,Abdullah Söylemez,İsmail Kaplan,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Aykut Temur
30 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2023
ERZURUM (AA) - Li Erziromê piştî barîna berfê ya ku duh rojan bi navber bariya, li ser rê û peyarêyan cemed çêbû.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 9 pile hat pîvan, camên kargeh û wesayîtan û her wiha şaxên daran cemed girt.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê li ser rê û peyarêyan xebata berfverotin û xwêkirinê meşandin.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê stûriya berfê 45 santîmetre hat pîvan.
Îdir
Li Îdirê piştî barîna berfê bajar spîçîl bû.
Berfa ku duh dest pê kir û bi navber bariya, li navenda bajêr û gundan îro jî tesîra xwe domand.
Agirî
Li Agiriya ku barîna berfê vegerand serma û hişkiyê, camên wesayîtan cemed girt.
Her wisa Çemê Muradê û coybar qismen qerimîn.
Qers
Li Qersê barîna berfê û mij tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Piştî barîna berfê ya ku bi şev bi navber dewam kir, bajêr spîçîl bû û her wiha welatiyan berfa li ber kargehên xwe û ya li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Li ciyên bilind jî ji ber barîna berfê û mijê ajokaran zehmetî kişand.
Li navçeya Sariqamûşê ekîbên şaredariyê li ser rê û peyarêyan xebata vertina berfê meşand.
Erdexan
Li Erdexanê jî barîna berfê û hişkî bi tesîr bû.
Li bajêr berfa ku nîvê şevê tesîra xwe nîşan da, nexasim li ciyên bilind vegerand bagerê.