Cüneyt Çelik,İlhami Erkılıç,Abdullah Söylemez,Günay Nuh,Bülent Mavzer
29 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Erdexan, Agirî, Qers û Îdirê ji ber hewaya sar çem, robar û coyên avê qeşa girt, hin welatiyan jî hewl dan ku bi cilikan va wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin.
Li Erziroma ku bi şev germahiya hewaye di bin sifire da 8 pile hat pîvan, li ser peyarê û hin rêyan qeşa çêbû.
Ji ber hewaya sar paceyên wesayitan qeşa girt, kanî cemidîn.
Ekîbên şaredariyê li seranserê bajêr xebatên xwe yên paqijkirina berf û cemedê didomînin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî tesîra hewaya sar dewam dike.
Berfa ku bi şev li bajêr barî danê sibê bû sedama hewaya sar.
Ji ber hewaya sar li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
- Agirî
Tesîra hewaya sar li Agiriyê dewam dike.
Çem û robarên li bajêr qerisîn.
- Qers
Li Qersê jî piştî barîna berfê ji ber hewaya sar hin çem û cihên avî cemed girt.
Welatiyan hewl dan ku wesayîtên xwe bi betanî û xalîçeyan ji sermayê biparêzin.
- Îdir
Li Îdirê ji ber hewaya sar paceyên wesayîtan qeşa girt.
Li ser dar û beran qiravî çêbû.