Cuma Sarı
23 Adar 2026•Rojanekirin: 24 Adar 2026
Li Sîwêrega navçeya Şanliurfayê wesayîtek welgeriya û jê 2 dergûş, 5 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Hakan Sagir (26 û plaqeya wê 34 DN 3840 li nêzîkî Taxa Ustuntaşê welgeriya.
Di qezayê da şofêr, Aysel (24), Omer (23), Humeyra (1) û Elîf Sagir (1) birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê yên ku li ser cawdayînê hatin cihê qezayê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîwêregê.