Ayhan Babat
01 Nîsan 2025•Rojanekirin: 05 Nîsan 2025
Li Uludereya navçeya Şirnexê bi hatina biharê ra guldexwîn vebûn û tebîet xemilî.
Guldexwînên ku ji kulîlkên endemîk in bi taybetî li herêma Hîlal û Şenobayê digihên, li herêmê bi hatina biharê ra vebûn û tebîet xemilandin.
Ji welatiyan Hasan Kara got ku guldexwîn li her herêmî nagihên û wiha dewam kir, "Em pir qîmetê didin van kulîlkan, jixwe jêkirina wan qedexe ye. Ji dervayî bajêr jî gelek kes ji bo dîtina wan tên. Emrê wan 20 roj e. Ez ji bo hemî kesan pêşniyaz dikim bila werin zozanên Şirnexê û kulîlkan bibînin."