Halife Yalçınkaya,Serhat Zafer
04 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2024
Li Sêwasê li navenda bajêr berfê rûyê erdê spî kir.
Li navenda bajêr bi barîna berfê ya ku nîvro dest pê kir û hê jî dewam dike, stûriya berfê gihişt 20 santîmetreyî.
Bi barîna berfê ra Qada Komarê ya avahiyên ji serdema Selçûqî û Osmaniyan lê ne, reng û dîmeneke spehî wergirt.
Ji xeynî medreseyên Şifaiye, Buruciye û Cot Mînareyê, Mizgefta Kelehê û Muzeya Kongreyê jî bi berfê spî bûn.
Hin welatiyan li ber menzereya berfê wêne dan kişandin.