Önder Beyter
17 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2020
Li Bahçesaraya navçeya Wanê bi barîna berfê ciyên bilind spîçîl bûn, her wiha mij û moranê xwe bi ser cih û wargehan da girt.
Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn jî ji bo ciyên bilind ên Wanê hişyariya berfê da.
Li gorî daxuyaniya midûriyetê, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be, ji danê êvarê pê va li bakurê Wanê şilope û li ciyên bilind jî berf dê bibare.
Nîvê şevê û destê sibehê cemed û hişkî dê çêbe, her wiha li Hekarî û Mûşê jî cih cihan mij û bûsî dê çêbe, lewma jî hat xwestin ku welatî û peywendîdar baldar bin.
Li herêmê her wiha germahiya hewayê dê li gorî pileyên asayî yên demsalê be, ba dê ji başûr û rojava nerm û carinan jî niveqewî were.
Li Behra Wanê hewa dê pir ewrayî be, ba jî dê ji rojhilat bi 30 kîlometre lezê rabe.
Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Wan û Mûşê 7, li Bidlîsê 6 û li Hekariyê jî 5 pile be.