Necmettin Karaca
01 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2026
Li Muradiyeya navçeya Wanê otobêsek ji rê derket û 11 rêwiyên wê birîndar bûn.
Li ser rêya Wan û Erdîşê otobêsa ku Erkan Avar diajot û plaqeya wê 65 NK 891 e, nêzî taxa Qerexanê li wesayîta ku berf vedirot xist û ji rê derket.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û UMKEyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê ji rêwiyên otobêsê 11 kes birîndar bûn. Ekîban birîndar ji otobêsê derxistin û bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Erdîş û Muradiyeyê.