Günay Nuh,Necmettin Karaca,Emre Ilıkan,Sabri Yıldırım,Şener Toktaş
24 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 03 Tebax 2024
Kesên ku li bajarên bilind ên weke Erdexan, Mûş û Wanê ku zivistan li wan dijwar û dirêj derbas dibe, dijîn, havînan jî ji ber sarbûna hewayê sobeyan dadidin.
Di demekê da ku li gelek bajarên Tirkiyeyê germahiyeke zêde heye, li Goleya navçeya Erdexanê û li gundê Çulluya ser bi navçeyê bi şevan gelekî sar e.
Li navçeya ku rojên dawîn baran gurr dibare, germahşya hewayê pêr 6,2 pile bû û weke cihê herî sar ê Tirkiyeyê hat tomarkirin. Li gundê Çulluyê jî pileya germayê weke 7,2 hat pîvan.
Kesên ku dixwazin êvaran li ser kuçe û kolanên Goleyê çayê vexwin, diçin cihên ku sobeyan lê dadidin.
Mehmet Kanburê ku 86 salî ye û li gundê Çulluyê dijî, ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsa sir û seqem havînê jî dewam dike, ji ber vê jî ew mecbûrî sobeyê dadidin.
Li zozanên bilind ên Mûşê ku hewa lê sar e, koçer di rojên sar da xwe li ber sobeyan germ dikin.
Koçerên ku çar mehan li zozanê Çiyayê Kurtîkê dimînin, êvaran di çadiran da li dora sobeyê dicivin.
Li Çaldêrana navçeya Wanê li gundê Bezirxaneyê jî li gor daneyên meteorolojîk di meha Tîrmehê da germahiya herî kêm 6,1 pile hat pîvandin.
Li devera ku 2 hezar û 55 mêtro bilind e welatî bi şev ji bo serma nekin cilên qalind yên weke polar, mont û cakêt li xwe dikin.
Mehmet Çakanê mixtarê gund destnîşan kir li devereke sar ya welêt dijîn.
Çakan diyar kir li gund zivistan çetin û dijwar derbas dibe û germahiya hewayê zivistanê di bin sifirê da heya 40 pileyî derdikeve û wiha axvivî, "Li herêmê 6 meh zivistan e. Ji ber sermayê pirî kes koç dikin. Di sala 2000î da nifûsê me 320 bû, lê niha di bin 200î da ye. Em ji bo xaza siruştî bangî rayedaran dikin. Dar û êzing têra me nakin. Niha jî di hin malan da sobe dadidin. 6 meh berf, 3 meh serma û seqem û 2 meh jî havîna me heye."