Abdullah Tel
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Serdar Geyikê wêneyê "paleyên kartolan yên ku piştî karê wan qediya satilên xwe avêtin hewayê" kişandibû û ji ser medyaya civakî jî parve kiribû got ku li hemberî eleqeya ser wêne ew bi xwe jî şaş û metel ma.
Geyîkê ji paleyên demsalî yên ku ji Rihayê ber bi bajarên rojava va diçin yek e bi saya wêney "paleyên karê xwe qedandin û satilên xwe avêtin hewayê" va bal kişand ser xwe.

Geyikê bavê du zarokan li Taxa Uzun Ziyareta Sêwerega navçeya Rihayê dimîne û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku paleyên demsalî ji bo debara xwe piraniya salê li bajarên curbecur dixebitin û wiha pê da çû:

"Herî dawîn me kartol berhev kirin û bi qasî 45 rojan vî karî dewam kir. Piştî ku berhevkirina kartolan qediya me hemûyan bi hev ra satilên xwe avêtin hewa û min jî xwest ku ez vê demê wek wêne hilînim. Paşê min ev wêne ji ser hesabê xwe yê civakî parve kir û di demeke kurt da gelek eleqe dî. Min texmîn nekir ku wê evqasî balê bikşîne ser xwe."

Geyîk ragihand ku bi parvekirina wêneyê va eleqeya nîşanî wî didin jî zêde bû.