Mozvanên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin, kewarên xwe li Deşta Mûşê danîn.
Ömer Varlık
05 Hezîran 2026•Rojanekirin: 05 Hezîran 2026
photo: Ömer Varlık / AA
MUŞ
Mûş bi gîha û nebatên xwe, mêrg û mexelên xwe yên mezin û zozanên xwe yên bilind va seba mozvaniyê cihekî kêrhatî ye. Mozvanan îsal jî berê xwe da Mûşê.
Ordu û Mugla di serî da ji Diyarbekir, Şanliurfa û bajarên derdorê mozvan hatin, kewarên xwe danîn deştê û dest bi amadehiyên sezonê kirin.
Midûrê Bajêr Çandinî û Daristanan Necattîn Gonç ji mensûbên çapemeniyê ra diyar kir, ew îsal li bendê ne ku li bajêr nêzî 650 ton hingiv were girtin.
Gonç destnîşan kir ku Mûş seba mozvaniyê ihekî pir baş e û wiha dewam kir, "Mozvanên gerok ên bajarên cuda di gulan û hezîranê da tên bajarê me, bi cih dibin û di tebaxê da jî diçin herêmên din."
Gonç daxuyand ku par nêzî 710 mozvanên gerok bi 290 hezar kewaran va hatin, îsal heta niha 200 mozvanên gerok bi 65 hezar kewarên xwe va hatin bajêr.
Hasan Yilmazê ku nêzî 50 salan e mozvaniyê dike jî wiha got, "Bi hatina biharê ra ew cardin vegeriyan Deşta Mûşê. Em nêzî 20 şevan li deştê dimînin û paşê derdikevin zozanên bilind ên Mûşê."