Abdullah Tel
08 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2020
Hane Ama Dîmo ya 5 salî ku li Sûriyeyê bombe li mala wan ket û tevlî serçavê wê piraniya bedena wê jî şewitîbû li Antalyayê hat tedawîkirin û rûyê wê keniya.
Nefe Omer Dîmo û Fatma Mansur Dîmo tevlî 3 zarokên xwe li Sûriyeyê diman û bombe li mala wan ket piraniya bedena sebiya wan şewitî.
Malbatê piştî êrîşa ser mala wan ji şer reviyan û xêrxwazekî li Stenbolê dijî bo tedawiya Haneyê alîkarî da wan û sal û nîvek berê wan şand Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenizê.
Hîndekarê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Akdenizê Prof. Dr. Omer Ozkanê ku berê jî rû, mil û malzarokê neqil kiribû ji bo sebiya biçûk jî hewl da û vehûnên biçûk ên saxlem ên ku di piraniya bedena wê ya şewitiye da dîtin, fire kirin û bi pergala mîkro cerrahiyê jî neqlî serçav kirin.
Haneya ku bi serçavên xwe yên niha zêdetir şa ye piştî çend emeliyatên estetîk wê ji nexweşxaneyê derbikeve.

- "Qîza min bi rûyê xwe yê nû va wê dest bi jiyaneke nû bike"
Diya wê Fatma Mansur Dîmoyê got ku di êrîşa bombeyî ya li ser mala wan da serçavên qîza wê ya herî biçûk peritî û wiha domand: "Me gelek rojên bi zehmet dît. Qîza min pir êş kişand. Dema mirovan li serçavên wê mêze dikirin ditirsîn. Ez spasdarê Omer Xoce me. Serçavê qîza min pir baş baş bû. Piştî emeliyatê dema min serçavên nû yê qîza xwe dît min wêneyên wê yên berê hemû jê bir. Ez êdî dixwazim wan rojan jibîr bikim. Qîza min bi vî rûyê xwe yê nû dest bi jiyaneke nû kir."
- Vehûnên biçûk hatin firekirin û bi pergala mîkro cerrahiyê hatin neqilkirin
Prof. Dr. Omer Ozkan diyar kir ku Hane di nav sal û nîvekê da 8 emeliyat derbas kir û wiha pê da çû:
"Li ser bedena wê ji bo neqlê vehûna saxlem hema bêje tunebû. Vehûnên biçûk ên ku me dît jî me fire kir û bi pergala mîkro cerrahiyê jî neqlê serçavên wê kir. Emeliyateke zehmet bû. Ewê êdî bi rihetî derkeve nav mirovan û bijî. Em dixwazin ku bila ew bi kêfxweşî bijî."