Li Wanê di 23ê Cotmeha sala 2011an de erdhejeke lerza wê 7.2 çêbû û xisareke mezin da navçeya Ercîşê. Li navçeyê 477 kes mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Kesên ku ji bin enqazan birîndar hatin derxistin û bi mehan hatin dermankirin qala serpêhatiyên xwe yên roja erdhejê ji nûçevanê AAyê re kirin.
Di erdhejê de di apartmana Sevgiyê de 54 kes mirin. Veysel Saglamê ku demek berê ji vê apartmanê ji xwe re daîreyek kirîbû diyar kir ku mala wî hilweşiyaye û piştî erdhejê destê wî ji jiyanê sar bûye.
Enkaz altında eşi ve bir çocuğunun yaralı, 2 çocuğu ile 2 yeğeninin ölü olarak çıkarılmasının acısını halen yüreğinde hissettiğini belirten Sağlam, şöyle konuştu:
Saglam diyar kir ku jina wî û zarokeke wî ji bin enkazê birîndar derketine û 2 zarokên wî û 2 xwarziyên wî jî mirine. Saglamê ku hê jî êşa wan dilê wî de ye wiha got:
"Wê rojê ez dixebitîm. Piştî erdhejê ez reviyam malê lê min hew dît ku avahî hilweşiyaye û zarokên min di bin de mane. Hemd ji Xwedê re tîmên lêgerînê hatin, jina mina birîndar xilas kirin û ew şandin Mûşê. Kurê min jî şandin Erzurumê. paşê qîza min derxistin lê ew miribû. Ew roj xwarziyên min li mala me bûn. Ew jî birîndar hatin derxistin lê di rê de mirin. Piştî erdhejê ez 5 rojan li ber enqazê bendê mam lê cinazê zaroka min a din hat derxistin. Piştî definkirina wan ez çûm cem kurê xwe yê ku li Erzurumê dihat dermankirin û min ew hilda ez çûm Mûşê. Min jina xwe hilda em çûn Gebzeyê û paşê jî em vegeriyan navçeyê."
Alîcan Saglamê 16 salî jî serpêhatiyên xwe yên roja erdhejê vegot. Saglam diyar kir ku ew, dayika xwe, xwîşk û birayên xwe, keçxal û kurapên xwe û zarokên cinaran ve li malê di bin enkazê de mane. Piştî 8 saetan ji bin enkazê hatiye xilaskirin û wiha axivî:
"Min meh û nîvekê tedawî dît. Niha tu aciziyeke min tuneye. Şikir ji Xwedê re em jê filîtîn."
Murat Saglamê ku di qata herî dawîn a apartmana Sevgiyê de xwediyê kafeyekê bû diyar kir ku ew roj roja yekşemê bûye û gelek mûşterî li wir hebûne. Saglam diyar kir ku 33 saetan di bin enkazê de li bendê maye da ku bê xelaskirin û wiha got:
"Hêsteke cuda bû. Hê jî ew roj di bîra min de ye. Di erdhejê de piyekî min seqet bû. Helbet min tiştên manewî bi dest xistin lê ji hêla aboriyê ve min gelek tişt winda kirin. Di bin enqazê de min êş nedikişand lê kesên ku dixistin axîn û nalîn hebûn. Min ji bo wan dia dikir. Êşa wan êş dida min. Li ber lingê min keçikek hebû. Ew hest dema ku bê serê mirov tê fêmkirin. Ez bi hezar caran jî bibêjin mirov nikarin fêm bikin."