Bestami Bodruk
24 Tebax 2022•Rojanekirin: 31 Tebax 2022
Li Çermîka navçeya Diyarbekirê ya ku di turîzma termal û xwezayê da xwedî cihekî girîng e, "kibabê parsûyan" yê bi îsotê herêmê yê tescilkirî va tê çêkirin, nexasim havîna ku îsot tên komkirin, ji hêla ziyaretvanan tê tercihkirin.
Îsotê ku li Çermîkê li herêmên Beybagi û Kizilyamaçê hêşîn dibe û bi şekl û aromaya xwe balê dikişîne, par ji Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk işareta coxrafî sitand. Îsotê Çermîkê hem wekî îsotê tirşînê û yê ji bo îsota hûrkirî tê tercihkirin û hem jî tamê dide kibaba parsûyan ku tameke herêmî ye.
Kibab di sezona îsotan da bi piranî tê çêkirin. Her wisa pêşiyê îsotan datînin binê siniyê, pey ra parsûyên berxan datînin ser, xwê dikin û bi don va ser digirin. Siniya ku bi vî awayî tê amadekirin di firûnê da li ciyekî ji agir dûr ji bo 3 saetan dikele û ji bo xwarinê amade dibe.

Cuma Çiftçiyê ku di xwaringeha xwe da vê tamê pêşkêşî mişteriyan dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku kibabê parsûyan ji tamên sereke yên deverê ye.
Çiftçi destnîşan kir ku îsal ji dervayî welêt gelek mêvanên wî hatin û wiha got, "Hatina mêvanên me rastî sezona îsotê me yê Çermîkê hat. Lewma em jî kibabê parsûyan çêdikin û ji bo mêvanên xwe pêşniyaz dikin."
Welatî Mehmet Altun diyar kir ku ew zehf ji vê xwarinê hez dikin û lewma ew di rojên xwe yên taybet da û her wiha ji bo mêvanên xwe vê xwarinê tercih dikin.
Fatime Altuna ku li xurbetê dijî jî got ku ew havînê tên Çermîkê û wiha dewam kir, "Dema em tên Çermîkê em hem kibabê parsûyan dixwin û hem jî em çenteyê xwe tijî îsotê Çermîkê dikin û wisa vedigerin."