Rıdvan Korkulutaş
30 Gulan 2023•Rojanekirin: 30 Gulan 2023
Li Bîngolê teyrê baz ê ku salek berê hestiyê baskê wê şikestibû û hatibû dîtin emeliyat kirin. Di emeliyatê da hestiyê heywanekî din di baskê teyrê baz da bi cî kirin.
Sala par cendirmeyan di meha gulanê da teyrê baz ê birîndar dîtin birin Nexweşxaneya Heywanan a Zanîngeha Bîngolê. Tedawî û emeliyata teyrê baz ji alî Hîndekar Dr. Samî Unsaldi va hat kirin û teyrê baz bi ser xwe va hat.
Teyrê baz ê ku hestiyê baskê wê şikestibû hat emeliyatkirin û hestiyê baskê teyreke din li baskê wê hat zêdekirin û navê "Xerîb" lê danîn û piştî tedawiyeke dirêj berî dehlê dan.
Hîndekar Dr. Samî Unsaldi daxuyanî da rojnamegeran û got ku dema teyrê baz anîn cem wan ew birçî bû û berî emeliyatê wan du rojan bi destê xwe ew xwedî kir û piştî emeliyat û tedawiyê jî ew berî dehlê dan.