Ekrem Payan
05 Gulan 2025•Rojanekirin: 06 Gulan 2025
Walîtîya Şirnexê ji bo baran û bayê gur ku li seranserê bajêr tê payîn hişyarî da.
Li ser hesabê medyaya civakî yê walîtîyê hat ragihandin serê sibê bi şûnda li bajêr baran û bayê gur tê payîn.
Wiha hat daxuyandin, "Dibe ku lehî rabe, birûsk bikeve, di çûnûhatinê da pirsgirêk çêbe. Divê welatî baldar û bidevdîr bin."