Elif Orhan
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê ya ku mêşvanî lê gelekî tê kirin mêşvanên ji ber ku zivistan lê dijwar derbas dibe kewarên xwe payîzê birin cihên germ ên wekî Hatay, Mêrsîn û Edeneyê bi germbûna hewayê û vekirina kulîlkan vedigerin.
Tunceliya ku ji hêla nebatan va dewlemend e bala mêşvanan dikşîne. Bajêr yek ji bajarên sereke ye ku mêşvanên dixwazin hingivê bitahm bi dest bixin tênê. Li navçeya ku her sal lê 13 hezar kewarên mêşan çêdibin û 130 mêşvan di navbera gulan û îlonê da lê dimînin mêş rengekî cuda didin siruştê.
Mêşvanên ku koloniyên mêşan ên ku li zivingan jimara wan zêde kirin li kamyonan bar kirin û anîn Ovacikê û ji bo ku mêşên wan nemirin wan rojane bi şurub, cahtiriya hingiv û kekê xwedî dikin. Mêşvan hin caran di bin tavê da dixebitin.
- Dijî êrîşa hirçan bi şev nobetê digirin
Mêşvanên ku nîvê salê ji malên xwe dûr li ber kewarên xwe yan jî di kon û bereqeyan da derbas dikin ji bo nehêlin ku hirç ji bo xwarina hingiv kewarên wan parçe bikin bi şev nobetê diigirin.
Mêşvan Turabî Demir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Min her dem debara xwe bi mêşan kir. Ez bi hatina biharê ra ji Hatayê hatim Ovacikê. Ez ê payîzê jî ji bo ku zivistanê lê derbas bikim bibim Mêrsîn an Edeneyê. Em ji bo ku mêşan demekê li vir xwedî bikin û hingivê tebiî bi dest bixin tînin Tunceliyê."
- "Dema hilberîna hingiv zehmetiyên me çêdibin"
Demir wiha axivî: "Em salê carekê hingiv radikin. Ev hingiv jî hingivê palandî, petek an jî qereqovan e. Dema em van hingivan bi dest dixin hin zehmetî jî derdikevin, em diçin Çukurovayê. Ji ber bêderfetiyên wir em li wir di konan da yan jî di bereqeyan da dimînin."