Ahmet Aydın
27 Tebax 2020•Rojanekirin: 29 Tebax 2020
Li seranserê cîhanê hejmara rehetbûyên ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 17 milyon derbas kir.
Li gorî "Worlmeter" malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê cîhanê 17 milyon û 547 kesên ku bi Kovîd-19ê ketin, rehet bûn.
Welatên ku herî zêde pêketî li wan rehet bûne bi vê rêzê ne:
DYA (3 milyon û 327 hezar û 990), Brezîlya (2 milyon û 908 hezar û 848), Hîndistan (2 milyon û 583 hezar û 63), Rûsya (792 hezar û 561), Afrikaya Başûr (531 hezar û 338), Perû (421 hezar û 877), Kolombiya (407 hezar û 121), Meksîka (396 hezar û 758), Çîlî (377 hezar û 922), Îran (316 hezar û 638).
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyan gihişt 240 hezar û 792yan.
Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, di demeke kurt de li zêdetir 200 welat û herêman belav bû.
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 24 milyon û 532 hezar û 836an û heta nuha 833 hezar û 135 kesan ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.