30 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Weke 20 salên borî, piştgirî, teşwîq û diayê min bi we ra ye. Dîsa wesiyeteke Ustadê me yê merhûm hebû. Kevirê doza we bi qasî parzemîna Anadoluyê mezin e û ez bawer im ku hûn heta ku vî kevirî bi cih bikin, hûnê têkoşîna xwe bidomînin. Emê bixwe navka xwe bibirin, başqe çareyek nîne."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Rêxistina terorê beşek ji van ciwanan jehrdadayî dike, diemilîne û mixabin berê wan dide ber aqûbeteke tahl. Heger îro ciwanên ku berê xwe didin çiya hebin, ji ber ku ji vê şiûrê nesîbê xwe nestandine, loma diçin. Bi şidet pêdivî bi binesazî û çaksaziyekê heye ku çûyîna wan rawestîne."
Serokomar Erdogan li Lijneya Giştî ya Asayî û 20emîn Salvegera Damezirandina Weqfa Xizmeta Perwerde û Ciwanan a Tirkiyê (TURGEV) axivî û got ku lijneya giştî û salvegera damezirandinê bira bixêr be.
Erdogan destnîşan kir dema ku di 1996an da Serokê Şaredariya Mezin a Stenoblê bû wan, Weqfa Xizmeta Perwerde û Ciwanan a Stenbolê (ÎSEGEV) ava kir û wiha dewam kir, "Weqfa ku wê demê li du yûrdan xizmeta xwe dikir, vêga jî wekî TURGEV li 45 noqteyan û li 17 wilayetan xizmetên xwe dimeşîne."
Serokomar Erdogan bal kişand ku weqfa TURGEVê di warê xwe da bû pêşeng û gelekî xebatên pak kirin û wiha dewam kir, "Helbet digel van serkeftinên 20 salan, wext hebû têkoşîneke dijwar jî hat dayîn. Qismekî êrîşên ku anîn ser min û malbata min, ji ser vê weqfê ra kirin. Bi taybetî çeteya paralel a îxanetê li dijî TURGEVê her cure îftira, derew û êrîş kirin."
"Emê bixwe navka xwe bibirin, başqe çareyek nîne"
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Weke 20 salên borî, piştgirî, teşwîq û diayê min bi we ra ye. Dîsa wesiyeteke Ustadê me yê merhûm hebû. Kevirê doza we bi qasî parzemîna Anadoluyê mezin e û ez bawer im ku hûn heta ku vî kevirî bi cih bikin, hûnê têkoşîna xwe bidomînin.
Em mecbûr in ku meseleyên xwe, bixwe çareser bikin. Ev dibe ku meseleyeke spesîfîk a mîna yûrda xwendekaran be, dibe ku mijareke kompleks a mîna pîşesaziya parastinê be, qet ferq nake. Di hemûyan da jî rê yek e. Emê bixwe navka xwe bibirin, başqe çareyek nîne."
Erdogan wiha bal kişand ser talûkeya li ber ciwanan, "Rêxistina terorê beşek ji van ciwanan jehrdadayî dike, diemilîne û mixabin berê wan dide ber aqûbeteke tahl. Heger îro ciwanên ku berê xwe didin çiya hebin, ji ber ku ji vê şiûrê nesîbê xwe nestandine, loma diçin. Bi şidet pêdivî bi binesazî û çaksaziyekê heye ku çûyîna wan rawestîne."
"Emê îtiqada xwe ewqas saxlem bikin ku xêncî Xwedê kes nikaribe bipîve"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bangî ciwanan jî kir û bal kişand ser hebûna îtiqadeke saxlem û wiha got, "Em ê ji aliyê îtiqadê va pir saxlem bin. Em ê îtiqada xwe, îmana xwe ewqas saxlem bikin ku xêncî Xwedê kes nikaribe bipîve. Ez bawer dikim ciwanên ku li wargehên TURGEVê dimînin û tên perwerdekirin înşallah wê di exlaq da bibin mînak. Ev ê bibe mînak û abîde. Ez bawer dikim civanên ku li vê derê dimînin wê di îbadetên xwe da tawîzê nedin. Ez bawer im ku wê di emel da bibin ciwanên saxlem. Ciwano, hûn bawer bikin, heke hûn serkeftî bibin, em serkeftî bibin jî ji we nifşekî pir cuda wê tevarus bike."
"Emê zuriyeta xwe zêde bikin"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha kuta kir: "Xizmeta weqfan, ne ciyê tetmînkirina nefsê, ciyê terbiyekirina nefsê ye. Xizmeta weqfan, veberhênana ûqbayê ye, ne ya dinyayê ye. Di vê çarçoveyê da pêdiviya me bi gelek saziyên ku dê mîna TURGEVê bixebitin, heye. Ji ber ku li pêşiya me Tirkiyeke 79 milyonî û bi milyonan mirovên ku em xwedî dîrok û şaristaniyeke hevpar in, heye. Û ez eşkere dibêjim, emê zuriyeta xwe zêde bikin, nesla xwe qelebalix bikin. Plansaziya nifûsê ye, kontrola jidayîkbûnê ye, tu malbateke misilman nikare xwedan hizreke wiha be. Rebê min çi dibêje, Pêxemberê me yê xoşewîst çi dibêje, emê di wê rêyê da biçin."