Sidar Can Eren,Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca,Günay Nuh,Hüseyin Yıldız,Cüneyt Çelik,Barış Yalçınkaya,Muhammet Mutaf
19 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2024
Li parêzgehên Erzirom, Erdexan, Agirî, Tuncelî, Îdir, Qers û Erzincanê bi merasiman karnameyên xwendekaran hatin dayîn.
Li Erziromê bi kutabûna serdema yekem a sala perwerdeyê ya 2023-2024an va li 1363 dibistanan karnameyên 166 hezar û 623 xwendekarî hatin dayîn.
Walî Mustafa Çiftçi di merasima li Dibistana Seretayî ya Sogutluyê da ya 8 kîlometre dûrî navçeya Aziziyeyê, karnameyên xwendekaran belav kirin û her wiha hin diyarî jî dan wan.
- Erdexan
Li Erdexanê Walî Hayrettin Çiçek û Wekîlê Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Parêzgehê Akin Koç, Dibistana Seretayî ya Înonu ziyaret kir û karnameyên xwendekaran belav kirin.
- Agirî
Li seranserî Agiriyê 140 hezar xwendekarî karnameya xwe sitand û tetîla wan dest pê kir.
Walî Mustafa Koç, jina wî Neslihan Gul Koç û Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Parêzgehê Hasan Kokek li Dibistana Navîn a Cemil Meriç beşdarî merasima karnameyê bûn û karnameyên xwendekaran belav kirin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî li seranserî parêzgehê 10 hezar û 191 xwendekarî karname sitand.
Di merasimên li dibistanên bajêr da xwendekaran karnameyên xwe ji destê mamosteyan sitandin. Her wisa hin mamosteyan diyarî jî dan xwendekarên xwe.
- Îdir
Li Îdirê li 255 dibistanî 41 hezar û 674 xwendekarî karname sitand û tetîla wan a nîvê salê dest pê kir.
Walî û Wekîlê Şaredar Ercan Turan, Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Parêzgehê Servet Canli û amîrên saziyan li Dibistana Seretayî ya Înonuyê ya Navendê li polan geriyan, bi xwendekaran ra sohbet kirin û karnameyên wan belav kirin.
- Qers
li Qersê jî 59 hezar û 700 xwendekarî karname sitand û tetîla wan dest pê kir.
Walî û Wekîlê Şaredar Ziya Polat di merasima li Dibistana Seretayî ya Dikme Haci Yasemen Yilmazel da karname li xwendekaran belav kir.
- Erzincan
Li Erzincanê jî li 281 dibistanî 44 hezar û 535 xwendekaran karnameyên xwe sitandin.
Walî Hamza Aydogdu, Şaredar Bekir Aksun, Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Parêzgehê Haci Omer Kartal li Dibistana Navîn a Muşîr Zekî Paşa beşdarî merasima karnamedayînê bûn.