Abdullah Tel
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 26 Gulan 2018
BATMAN
Zanîngeha Batmanê ji bo 3 hezar xwendekarên xwe yên ku di sala akademîk a 2017-2018an da mezûn bûn, merasim organîze kir.
Merasim li pêş Parka Wadî ya Kampusa Ramanê ya Rojavayê hat lidarxistin, piştî rêzgirtinê sirûda neteweyî û paşê jî Quran hat xwendin.
Waliyê Batmanê Ahmet Deniz di merasimê da xîtabî xwendekarên ku mezûnbûyî kir û ji wan ra serfirazî xwest.
Rektorê Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Aydin Durmuş jî şîret li xwendekarên mezûn bûn kir û got ku bi hildana dîplomayê merheleya xwendin û hînbûnê bi dawî nabe ev yek divê heta dawiya jiyanê bê domandin.
- Xwîşkên cêwî bûn yekemîn û duyemîn
Di nav mezûnên Beşa Xizmetên Tibbî û Teknîkê ya Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Xizmetên Tenduristiyê ya Zanîngeha Batmanê da xwîşkên cêwî yên di bernameya fîzyoterapiyê qedandin, bûn yekemîn û duyemînê beşê.
Ji cêwiyan Fatime Argun bû yekemîn û Ayşe Argun jî bû duyemîn a beşê.