Elif Irmak
01 Îlon 2020•Rojanekirin: 02 Îlon 2020
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) di çarçoveya li tevahiya Tirkiyeyê di 60 beşan da tayîna 20 hezar mamosteyên bipeyman da 19 hezar û 910 mamoste tayîn kirin. Namzed dê bikaribin ji ser malperên "e-devlet" û "personel.meb.gov.tr"yê encamên tayînê bibînin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk beşdarî merasima ku ji bo tayînkirina mamosteyên bipeyman li Hêwana Sermamoste ya Wezaretê hat lidarxistin bû.
Wezîr Selçuk di axaftina xwe ya di merasima tayînkirinê ya ku namzed di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) beşdar nebûn da bi bîr xist ku duh sala hîndekarî-perwerdeyê vekirin.
Selçuk got hêvî dikin ku demildest mekteb bên vekirin û îro 20 hezar mamosteyên nû tevî malbata perwerdeyê bûn.