Avci got ku di maweya navendî de di şûna ezmûnên vebijêrkî de dê ezmûnên nivîskî bên çêkirin. Xwendekarên me dê ji bo huner û werzîşê bêtir dem veqetînin. Em sîstemeke bêstres ji bo bicîkirinê amade dikin.
Wezîrê Perwerdeyê Nabî Avci diyar kir armanca wan ew e ku bi vê sîstema dawî zarokan rehet bikin û got ku em ezmûneke nû çênakin, em tu ezmûneke cuda lê bar nakin. Jixwe di nav salê de ezmûn ku tên çêkirin, her serdem ji wan ezmûnên ku tên kirin yek dê di bin kontrola wezaretê de çêbin.
Wezîr Avci diyar kir ku di dibistanên ku xwendekarên xwe bi ezmûn digirin de, heya ku kontenjanên wan tije bibin dê qeydan çêkin û got ku ji bo tijekirina kontenjanan sîstema qeydê her dem tê rojanekirin.