İbrahim Atmaca
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
ANKARA
Ezmûna Tesbîtkirinê ya Asta Zanîna Zimanê Biyanî (2018-YDS Serdema Biharê) hat kirin.
Serdema Biharê ya YDSya 2018an ku ji aliyê Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) va hat lidarxistin, di saet 10.15an da dest pê kir û 3 saetan (180 xelek) dewam kir.
Li gor salnameya ezmûnan a OSYMyê, encamên Serdema Biharê ya YDSya 2018an wê di 26ê nîsanê da eşkere bibe.
Kesên ku ketin ezmûnê dikarin bi nimreya nasnameya xwe T.C. û şîfreya xwe va li ser malpera înternetê ya "https://sonuc.osym.gov.tr"ê û sepanên mobîl hîn bibin.
Ji namzêdan ra belgeya encamê wê neyê şandin.