08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
NEW YORK
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Nîkkî Haley li ser tehdîdên Koreya Bakur got: "Wê bertekê nîşan bidin, wê tehdîd bikin, lê em ê jî netirsin û nerevin."
Haleyê mulaqat da kanala Fox Newsê û li ser tengavkirinên nû yên li dijî Koreya Bakur sekinî.
Haleyê diyar kir, tengavkirinên nû wisa ye ku "kulmekê li Koreya Bakur bixin".
Haleyê wiha dewam kir: "Koreya Bakur niha dibîne ku civata navneteweyî bûye yekdeng. Çînê paşda gav neavêt, Rûsya paşve venekişiya. Di Konseya Ewlehiyê da her kesî got 'êdî bes e, em ê êdî vê bêminetiyê zêdetir temaşe nekin'. Koreya Bakur ji sedî 90ê bazirganiya xwe bi Çînê ra dike. Ji ber vê yekê pir girîng bû ku Çînê piştgirî da tengavkirinan û Çînê got ku ew ê giraniya xwe zêdetir bikin û tengavkirinan bisepînin."
Haleyê li ser hişyariya "Em amade ne ku derseke cidî bidin" ya ku Koreya Bakur da Amerîkayê jî wiha got: "Wê bertekê nîşan bidin, wê tehdîd bikin, lê em ê jî netirsin û nerevin."