06 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Pêvajoya îtirazê ku perçeyekî pêvajoya hilbijartinê ye dewam dike. Li Rojavayê li gelek ciyan ev gorî demokrasiyê maqûl tê dîtin, lê mixabin hin kom û derdor vê pêvajoyê mîna rewşeke derasayî be nîşan didin û dixwazin wisa bê fehmkirin. Ev helwesteke şaş e."
Çelik li Le Meridien Hotelê di daxuyaniya çapemeniyê da û hilbijartinên herêmî yên di 31ê Adarê hatin kirin nirxand.
Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir pêvajoya îtirazê ku perçeyekî pêvajoya hilbijartinê ye dewam dike û wiha got: "Li Rojavayê li gelek ciyan ev gorî demokrasiyê maqûl tê dîtin, lê mixabin hin kom û derdor vê pêvajoyê mîna rewşeke derasayî be nîşan didin û dixwazin wisa bê fehmkirin. Ev helwesteke şaş e."
Çelik der barê îtirazan da diyar kir ev rewşeke asayî ye û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê di her hilbijartinê da partiyên siyasî îtirazên xwe dikin û di encamê da rewşeke cuda derdikeve holê. Lijneya Hilbijartinê wê encamê diyar bike."
Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir dibe ku navên partiyên li Tirkiyeyê cuda bin, lê paşnavê hemûyan Komara Tirkiyeyê ye.
Omer Çelik diyar kir Tirkiye dewleteke wisa ye ku hilbijartinên xwe serkeftî dike û wiha peyivî: "Baweriya me bi kapasîteya Lijneya Hilbijartinê heye. Divê partiyên siyasî parastina îtibara Lijneya Hilbijartinê jî ji xwe ra bikin wezîfe."