ANKARA
Namzedê Serokomariyê û Serokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, li ser bûyerên Ûlûdereyê wiha got:
"Hikûmetê ji ber vê bûyerê lê borîna xwe nexwest, herwiha serokwezîr carekê jî xemgîniya xwe neanî ziman. Dê Roboskî bibe muze û heta heta yê ev bûyer a dilsoj bê biranîn."
Demirtaş beşdarî civîna "Muzeya Roboskiyê û Pêşbirka Projeya Mîmariyê ya Cihê Bîranînê" ya ji aliyê "Pêngava Muzeyê ya Roboskiyê" ve hat lidarxistin bû û li vir axivî. Demirtaş got ku ji bo bûyera Ûlûdereyê neyê jibîrkirin gav tên avêtin û gavên ku tên avêtin gelekî girîng in. Demirtaş wiha dewam kir:
"Dibe ku qetlîama Roboskiyê wekî qetlîam nehatibe nirxandin û dadgehê kiryar dernexistibin holê lê belê hemû jî dizanin ku kujer kî ne, kî ferman daye û qetlîam bi destê kê hatiye kirin. Yên ku rastiyê zanin ji xwe zanin. Herwiha hemû zanin berpirsayariya siyasî û leşkerî ya bûyerê jî li ser milên kê ye. Hikûmetê ji ber vê bûyerê lê borîna xwe nexwest, herwiha serokwezîr carekê jî xemgîniya xwe neanî ziman. Dê Roboskî bibe muze û heta heta yê ev bûyer a dilsoj bê biranîn."