Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş, ji bo hevdîtinan dê sibê biçe Washingtona paytextê DYAyê.
Li gor daxuyaniya ku HDPyê da, Demirtaş dê di 23yê îlonê de dest bi hevdîtinan bike û Alîkarê Serokê Giştî yê HDPyê Nazmi Gur digel Nûnerê Washîngtonê Mehmet Yuksel jî dê pê re herin.
Di çarçoveya hevdîtinan de Demirtaş, di nav de erkdarên Wezareta Karên Derve ya DYAyê jî bi nûnerên hikûmetê re dê bê bal hev. Lijneya HDPyê dê biçe serdana Serbolyazxaneya Tirkiyeyê ya Washîngtonê jî.
Ji aliyê saziya fikir û ramana ya bi navê Center for Amerîcan Progress ve jî dê civînek bê lidarxistin. Demirtaş dê beşdarî vê civînê jî bibe.
Demirtaş, di 26ê îlonê de jî dê beşdarî konferansa "Li Rojhilata Navîn Realîteya Kurdan a Nû" bibe. Herwiha Demîrtaş dê bi saziyên kurdan yên li Washîngton û San Francîscoyê nin re jî cîvînên gel, li dar bixe.
Bernameya Demirtaş ya DYAyê dê di 1ê catmehê de dawî bibe.