Türkan Tosun
10 Adar 2019•Rojanekirin: 10 Adar 2019
Serokomorê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Gelê me her carê dersa van dide, lê dijminên alayê dîsa jî di heman avzêlê da hewl didin."
Erdogan di mitînga li Mersînê ya ku ji hêla partiya wî va hat lidarxistin da bangî gel kir.
- "Dijminên alayê dîsa di heman avzêlê da hewl didin"
Serokomar Erdogan der barê hilbijartina 31ê Adarê da axivî û got yên ku têk diçin dîsa jî şerm nakin û wiha axivî: "Gelê me her carê dersa van dide, lê dijminên alayê dîsa jî di heman avzêlê da hewl didin."
- "Yên di 15ê Tîrmehê da çepik ji bo derbekaran dabûn, wê ji bo dijminan jî çêpikan bidin"
Erdogan behsa kesên piştgiriya darbeya 15ê Tîrmehê kir û wiha dewam kir: "Yên ku xwedî bangê dernakevin Xwedê neke heke sibê û du sibe dijmin hatin derê me çawa ku di 15ê Tîrmehê da çepik ji bo derbekaran dabûn, wê ji bo wan jî çêpikan bidin."