25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê biryara Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE)yê de got, "Em weke Tirkiyeyê vê biryarê bi temamî weke biryareke siyasî dibînin. Bi rastiyên Tirkiyeyê re nagunce."
Serokwezîr Yildirim herwiha got, "Ev biryareke neheq e û meqeseda xwe derbas kiriye. Bi tundî şermezar dikim. Em dibînin ku di pişt vê biryarê de parlementerên wan welatên ku dixwazin wê rêxistina terorê ya ku dixwaze Tirkiyeyê perçe bike, ji lîsteya terorê derxînin, hene. Parlementerên me yên HDPyî jî beşdarî wan bûne, em hîç şaş neman."
Biryara Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê li ser Tirkiyeyê