Fatih Gazioğlu
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der barê hevdîtina xwe û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu da wiha got: "Bi giştî têkiliyên me niha gelekî baş diçin. Ev ji bo têkiliyên me yên siyasî jî eynî ne."
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Kremlînê hat dayîn, Pûtîn beriya hevdîtinê axaftinek kir û got ku têkiliyên Rûsya û Îsraîlê her roj baştir dibin.
Pûtîn got niha herî zêde li ser aboriyê bi hev re dixebetin û wiha dewam kir: "Ji bilî aboriyê di mijarên din de jî têkiliyên me niha gelekî baş diçin. Ev ji bo têkiliyên me yên siyasî jî eynî ne. Têkiliyên me yên leşkerî di asteke baş de ne. Ev rewş ji bo qadên însanî jî eynî ne."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî got ku hevdîtina wî ya bi Pûtîn re ji bo ewlehî û îtimada herêm û dinyayê firsendek e. Netenyahu got ew di hevdîtinê de piranî li ser mijara Sûriyeyê û bicihbûna Îranê ya li wê derê sekinîne û wiha axivî: "Me dijî êrîşên teyareyên bêmirov (ÎHA) yên ku ji Sûriyeyê tên kirin tedbîrên xwe hildane û bila ew bizanin em ê her dem xwe biparêzin."
Netanyahu ji ber hevdîtinê spasiya Putîn kir.