Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal hilbijartinên ku dê parlementoyê eşkere bike şeveqê dest pê kir. Silêmaniyeyî serê sibê zû çûn ser sindoqan ku rayên xwe bidin. Li Silêmaniyê milyonek û 137 hezar û 901 dengdêr hene. Ji bo dengdêrên Silêmaniyî li 501 navendan, 2 hezar û 674 sindoq hatin danîn.
Raydayîn serê sibê di 07.00an de dest pê kir û Silêmaniyeyî yên ku ji bo raydayînê hatin navendê, zarokên xwe jî bi xwe re anîn ser sindoqê. Li Silêmaniyê ji bilî arizebûna cîhaza elektronîk a raydayînê tu pirsgirek derneket. Ji bo hilbijartinan tewdîrên berfireh li ber navendên ku ray lê tên dayîn, hatin girtin. Jin û mêran di cihên ji hev cuda de rayên xwe dan. Astengdar, kal û pîr jî rayên xwe diavêjin û di dema dengdayîna wan de yan xizmên wan û yan jî wazîfedarên ewlehiyê alî wan dikin.
Li Silêmaniyê dema ku propagandayên hilbijartinê dihatin kirin hin bûyer qewimîn û di wan bûyeran de hin kes mirin. Lê baş bû ku heta niha di dema ray avêtinê de ji bilî arîzaya cîhaza raydayînê tu pirsgirek derneket.
Li HKIFyê dengdayîn dê hetanî saet 17.00an dewam bike. Alîkarê Serokê YNKê Dr. Berhem Salîh, Serokê manewî yê Komalayê Şêx Muhammed Berzencî, Serokê berê yê Partiya Yekîtiya Îslamê Selahaddîn Bahaddîn di lîseya li taxa mamosteyan de ray avêtin.
Berzencî bi alîkariya xizmên xwe hat cihê sindoqê û daxûyanî da AAyê. Berzencî got: "Me di hilbijartina ewil de ji sedî 6 ray wergirt, di hilbijartina duyemîn de jî ji sedî 12 ray wergirt. Ez hêvî dikim ku di vê hilbijartinê de jî em ê biserkevin. Ev hilbijartin ji bo kurdan pir girîng e, lewra nêzî 50 milyon kurd hene lê pergaleke wan tuneye. Li ser dinyê dewletên ku gelheya wan 1 û nîv in hene. Ez hêvî dikim ku xewna kurdan jî bibe rast û ew jî bibin xwediyê statuya xwe."
Alîkarê Serokê YNKê Dr. Berhem Salîh û jina wî jî ray avêtin. Salîh piştî ku raya xwe avêt daxûyanî da û got: "Ez hêvî dikim ev hilbijartin hêviyên gelê me jî pêk bîne. Yanî pêvajoyeke nû dest pê bike. Îro ji bo kurdan rojeke gelek girîng e. Ji bo Kurdên Iraq û Rojhilatê jî gelek girîng e. Îro gel biryara xwe dide û lazim e ku em jî rêzê nîşanî biryara wan bidin. Ez hêvî dikim ku di vê hilbijartinê de lihevkirin û yekîtiya civaka kurdan pêk be."
Serokê berê yê Partiya Yekîtiya Îslamê Selahaddîn Bahaddîn jî li lîseya Şîrînê raya xwe avêt û tu daxûyanî neda.