Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bangî aydiniyan kir û wiha got: "Di axaftinên me de tiştên bêeleqe dikin manşet, lê Demirtaşê ku piştgirî dabû bûyerên terorê yên 6 û 7 çiriya pêşîn, îro wekî zilamê aştiyê nîşanî didin. Evna muhendisiyê dikin, muhendisiyê."
Davutoglu di mitînga partiya xwe ya li Meydana Îstasyonê de xitabî welatiyan kir û got hinek kes hene ku hesabên koalisyonê dikin.
Davutoglu got sê partî ji bo ku 'piyê AK Partiyê bibirin' tên cem hev û wiha got: "Ka bifikirin, MHP û HDP li cem hev in. Rex wan CHP, li pişt wan jî paralel heye."
Davutoglu wiha axivî:
"Stenbolê dibêjin aştî lê wekî diçine rojhilatê zordestiyê li gel dikin. Dibejin 'Eger filan gund rayê nede partiya me, yanî HDPê, em ê paşê hesabê jê wan pirs bikin.' Birayên min yên rojhilatî qet rû nedane van û qet nadin jî. Senaryoya li pişt vî tiştî, ev e. Niha derdikeve holê. Rojnamevanê berdevkê paralelê ka digel Serokê Şaredariya Diyarbekirê çi axiviye, hêdî hêdî derdikeve holê. Çawa ku dozger ji wezîfeyê hatin dûrxistin HDPyî jî rabûn ser xwe."
Davutoglu bangî kesên ku dê rayên xwe bidin CHPê jî kir û wiha peyivî: "Hetanî du kesên ku digotin F tîpî bangî paralelciyan dikirin, paralelcî wekî tehdît didîtin, îro hatine ligel wan hevkariyê dikin. Dema ew dozgerên ku bi biryara HSYKyê ji wezîfeyê hatin hildan, parlamanterekî CHPyî derket û got: 'Heke em hatin wezîfeyê û bûn îqtidar em ê wan dozgeran dîsa îadeyê wezîfeyê bikin. "Hûn niha dibînin ka destê kê di berîka kê de ye?"