30 Îlon 2015•Rojanekirin: 30 Îlon 2015
Parlementoya Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) ji bo vebûna Sala Rêzikdanînê ya 2yemîn a Heyama 25emîn dê sibê bicive.
Dê di saet 14.00an de çelengê daynin ser Abîdeya Ataturk a TBMMyê, bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Neteweyî merasimên li parlementoyê dest pê bikin. Lijneya Giştî ya TBMMyê ji bo civîna vebûna Sala Rêzikdanînê ya 2yemîn dê saet 15.00an de bicive.
Serokê TBMMyê Îsmet Yilmaz dê rûniştinê veke û axaftina pêşkêşiyê bike, pişt re dê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan teqdîmê Lijneya Giştî bike.
Pişt re dê sirûda neteweyî bê xwendin. Serokomar Erdogan dê ji bo vebûna Sala Rêzikdanînê ya 2yemîn a Heyama 25emîn biaxive.
Ji ber vebûna sala rêzikdanînê dê sibê êvarê resepsiyon neyê dayîn.
Di vê navberê de tê payîn ku Wezîra YEyê Berîl Dedeoglu û Wezîrê Pêşketinê Cuneyd Duzyol di Lijneya Giştî de sond bixwin.
Lijneya Giştî ya TBMMyê li gor hikmê bi serenava "Civîn û betlane yê" ya wekî "Parlementoya Mezin a Gel a Tirkiyeyê, her sal roja ewil a cotmehê ji xwe ve dicive." a ku di madeya 93yemîn a Destûra Bingehîn de hat verastkirin dê bicive.