Serokomar Erdogan: Em dixwazin Egeyê bikin behra aştî û hevkariyê
Ferdi Türkten
07 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2023
Ankara
Serokomar Erdogan: "Em dixwazin Egeyê bikin behra aştî û hevkariyê. Em dixwazin wek Tirkiye û Yûnanistan bi gavên hevpar va ji dinyayê ra bibin mînak."
"(Tirkiye-Yûnanistan) Hêviya me ew e ku em pirsgirêkên xwe yên heyî bi hewlên hevpar va di çarçoveya diyaloga erênî, cîraniya baş û hiqûqa navneteweyî da çareser bikin"
"Çareserkirina pirsa Qibrîsê bi awayekî adilane û mayînde li ser asta heqîqetên giravê, dê di berjewendiya herêmê tevî da be."
"(Bi Mîçotakîs ra) Em der barê tevgerên me yên li Behra Spî ya Rojhilat û Egeyê da axivîn û me ji wezîrên me yên karên derva xwest ku ew li ser xebatan bisekinin."
"(Girtina Kampa Lavrionê) Ji bo ku li Yûnanistanê kampên ku ji terorîstan ra dibin hêwirgeh çênebin, divê mirov baldar be."
"Bûyerên qewimîn gihîşt rewşeke wisa ku gelê Xezeyê bi komî tê cezakirin, qetilkirina 17 hezar sivîlên bêguneh yên Filistînî wijdanan aciz dike."
"(Tirkiye-Yûnanistan) Di nava me de tu pirsgirêkeke ku neyê çareserkirin tuneye. Divê em bala xwe bidin wêneyê mezin, dema me derya derbas kir, em ê di çem da nexeniqin."