Ahmet Aydın
07 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em dixwazin Egeyê bikin behra aştî û hevkariyê. Em dixwazin wek Tirkiye û Yûnanistan bi gavên hevpar va ji dinyayê ra bibin mînak."
Erdogan li Atînaya paytextê Yûnanistanê digel Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîçotakîs civiya û piştî civîna li Serokwezîriyê, di civîna hevbeş a digel Mîçotakîs da axivî.
Serokomar Erdogan behsa têkiliyên aboriyê yên bi Yûnanistanê ra kir û got, "Hedef ew e ku hecma bazirganiyê ya 5,5 milyar dolarî derkeve 10 milyar dolarî. Gelo em dikarin di kîjan waran da çi gavan biavêjin, a em ê van biaxivin"
Erdogan anî ziman ku bi Mîçotakîs ra ew der barê tevgerên Tirkiyeyê yên li Behra Spî ya Rojhilat û Egeyê da axivîne û herdu aliyan ji wezîrên xwe yên karên derva xwest ku ew li ser xebatan bisekinin.
Erdogan bal kişand ser pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Yûnanistanê da û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku em pirsgirêkên xwe yên heyî bi hewlên hevpar va di çarçoveya diyaloga erênî, cîraniya baş û hiqûqa navneteweyî da çareser bikin. Çareserkirina pirsa Qibrîsê bi awayekî adilane û mayînde li ser asta heqîqetên giravê, dê di berjewendiya herêmê tevî da be. Di nava me de tu pirsgirêkeke ku neyê çareserkirin tuneye. Divê em bala xwe bidin wêneyê mezin, dema me derya derbas kir, em ê di çem da nexeniqin. Em dixwazin Egeyê bikin behra aştî û hevkariyê. Em dixwazin wek Tirkiye û Yûnanistan bi gavên hevpar va ji dinyayê ra bibin mînak."
Serokomar Erdogan bal kişand ser girtina Kampa Lavrionê û got, "Ji bo ku li Yûnanistanê kampên ku ji terorîstan ra dibin hêwirgeh çênebin, divê mirov baldar be."
Erdogan ji bo rewşa Xezeyê jî wiha got, "Bûyerên qewimîn gihîşt rewşeke wisa ku gelê Xezeyê bi komî tê cezakirin, qetilkirina 17 hezar sivîlên bêguneh yên Filistînî wijdanan aciz dike."