Koray Taşdemir
11 Gulan 2025•Rojanekirin: 12 Gulan 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Roja Dayikan a hemû dayikan pîroz kir.
Serokomar Erdogan ji ber roja dayikan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û wiha got: "Ez ji Rebbê xwe nîyaz dikim ku dayikên me yên ku em çi dikin jî dîsa nikarin heqên wan bidin, bila bi malbat, ewlad û hezkiriyên xwe ra jiyaneke bi xêr, bi bextewar û bi bereket bijîn. Ez di serî da dayika min a delal, hemû dayikên me yên ku ji vê dinyayê koçî alema din kirine bi rehmet, spasdarî û minetê va bi bîr tînim."
Erdogan roja dayikên şehîdan ên ku ji bo ala, welat û dahatûya gel mirine jî pîroz kir û got ew destê her yekî maçî dike.
Serokomar Erdogan anî ziman ku ew silavê dide dayikên xaziyan ên ku berdêleke mezin dane û wiha dewam kir: "Her wiha ez hemû dayikên Xezeyî yên ku di vê qirkirina hovane ya ku ev 19 meh in li Filistînê didome da bi hezaran sêwiyên ku bi çavên tijî hêstir û dilê xemgîn li pey xwe hiştine û gihîştine mertebeya şehadetê, bi rehmetê bi bîr tînim. Ez Roja Dayikan a jina xwe ya biqîmet û qîzên xwe yên delal jî ji dil û can pîroz dikim û ji bo sebir, fedakarî û keda wan spasiya wan dikim. Xwedê rojên ku aştî, aramî û rehetî li ser rûyê serdest be û Roja Dayikan jî bi xweşikî were pîrozkirin, nesîbê me bike."
Di peyamê da wêneyên Serokomar Erdogan ên bi dayika wî Tenzîle Erdogan ra jî hatin belavkirin.