Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê hat dayîn, Serokwezîr Erdogan li ser vexwendina yekemîn alîkarê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî di 28 û 29ê çileya paşîn de dê biçe Îranê.
Erdogan di 29ê çileya paşîn de bi serokê dînî yê Îranê Ayetullah Seyîd Elî Hameney, Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî û yekemîn alîkarê Serokomarê Îranê Îshaq Cîhangirî re dê hevdîtinan bike.
Serokwezîr Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya fermî de dê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf jî qebûl bike.
Tê payîn ku di hevdîtinan de têkiliyên di navbera Îran û Tirkiyeyê, rewşa herêmê û mijarên navneteweyî binirxînin.