Muhammet Mutaf, Aziz Aslan
30 Nîsan 2026•Rojanekirin: 30 Nîsan 2026
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê da ku li Tunceliyê ji 5ê Çileya Paşîn a 2020an va agahî jê nehat sitandin, ji dayik û bavên wê nimûneyên DNAyê hatin hildan.
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê Erziromê derbarê Waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel da diajo, berdewam e.
Serdozgeriya Komarê, ket dû wesayîta reş a ku Mustafa Turkay Sonelê kurê Waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, di dema windabûna Gulistanê da bi kar anî û tesbît kir ku wesayît piştî bûyerê hatiye firotin û li şûna wê wesayîteke ji heman modelê hatiye danîn. Ekîban wesayît li Stenbolê dît û pêşî li Stenbolê û dû re jî li Enqereyê, bi qasî hefteyekê lêkolîneke berfireh kir.
Li Saziya Bijîşkiya Edlî ya Diyarbekirê ji bo ku bi delîlên di wesayîtê da werin berawirdkirin, ji Bedriye û Halit Doku yên dayik û bavê Gulistanê, nimûneyên DNA hatin hildan.