Rüştü Nesip Çiftçi, Rıdvan Korkulutaş
07 Gulan 2026•Rojanekirin: 07 Gulan 2026
Li Solxana navçeya Bîngolê termê mamosteyê teqawid ê wendabûyî di newalê da hat dîtin.
Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kutbettin Keskinê (46) diyar bû ku nexweşê parkînsonê ye û 1ê Gulanê dema ji mala xwe ya li Taxa Yeşîlovayê derket û bi şûnda xeber jê nehat sitandin.
Xebatên lêgerînê di roja 5em da bi beşdariya ekîbên xozneberên AFADê, cendirme û saziyên civaka sivîl va di Newala Xaçapûrê da hatin domandin.
Ekîb di Newala Xaçapûrê da li tanga gundê Dîlektepeyê rastî termê Keskîn hatin.
Termê Keskin piştî vekolîna li cihê bûyerê, ji bo otopsiyê dê rakin morgê.