Fatma Sevinç Çetin Obuz, Semih Erdoğdu
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li Enqereyê helîkoptera sivîl li ser zeviyekê ket xwarê û di qezayê da 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, helîkoptera şirketekê li tanga Temelliyê ya rêbejaya Enqere-Eskîşehirê ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, ket xwarê.
Hat ragihandin, di qezayê da 2 kes birîndar bûn û her wiha ekîbên cendirme, îtfaiye û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Di daxuyaniya Walîtiya Enqereyê da hat diyarkirin ku îro di saet 10.02yan da di nav sînorên Taxa Temelliyê ya navçeya Sîncanê da helîkoptera perwerdeyê ya cure R-44 ku ji tesîsên TUSAŞê firiya, ket xwarê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gorî encamên destpêkê du personelê di helîkopterê da bi birîndarî hatine xilaskirin. Piştî midaxeleya li cihê bûyerê, birîndarek bi ambulansê û yê din jî bi ambulans helîkopterê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Vekolîna tesbîtkirina sedema qezayê ji hêla saziyan didome."