Ayşe Karaosmanoğlu, Fatih Gökbulut
17 Îlon 2026•Rojanekirin: 17 Îlon 2026
Li Paytextê baranê serê sibehê dest pê kir, di çûyîn û hatina wesayîtan da tengasî derket û li ser hin kuçe û kolanan av golî bû.
Li bajêr bi baranê ra li ser kolan û bûlwaran trafîk zêde bû.
Ji ber baranê welatiyan tengasî kişand û xwe spartin binê rawestgehên otobêsan û cihên sergirtî.
Li hin herêman ser kuçe û kolanan av golî bû.
Tê payîn ku baran wê heta êvarê bibare.