İdris Karaoğul
15 Îlon 2026•Rojanekirin: 15 Îlon 2026
Li Qersê dirûna gilgilê ji bo sîlajê berdewam e ku zivistanê wek alif didin dewaran.
Li navçeya Akyayakê û gundên wê ku navendeke giring a heywandarî û çandiniyê ye, cotkar gilgilê ji bo sîlajê yê meha nîsanê diajon, bi qasî 3-4 mehan bi şûnda dest bi dirûnê dikin.
Gilgilê ku bi makîneyên sîlajê yên li pey traktoran va tê dirûn, bi romorkan ber bi kargehan tê veguhestin. Li vir gilgilê hêrayî bi traktoran tê preskirin û bi naylonê jî tê pêçan da ku xira nebe û zivistanê bidin heywanan.
Burhan Erkiliçê hilberîner ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan derdora 20ê Nîsanê gilgilê ji bo sîlajê reşand û derdora 10ê Îlonê jî wan dest bi dirûna wê kir.
Erkiliç bal kişand, ew gilgil bi makîneya sîlajê hûr dikin û dû ra bi romorkan vediguhezînin kargehan.
Erkiliç diyar kir ku gilgilê sîlajê hem didin heywanên doşanî û hem jî didin heywanên ji bo goşt û wiha got, "Îsal ji bo me baş bû. Em serê dekarê 7-8 tonî distînin. Lê hinek herêman şexteyê lêxist, vê jî tesîr li berhemdariyê kir, li wan deran serê dekarê 3-4 tonî distînin."